Birêveberê Nexweşxaneya Rêciyoyê: Rewşa tendirustiya penaberên rizgarbûyî baş e

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Nexweşxaneya Rêciyoyê ya Îtalyayê radigehîne, “Rewşa tendirustiya penaberên rizgarbûyî baş e û ber bi baştir jî diçe.”

Birêveberê Nexweşxaneya Rêciyoyê, ku rizgarbûyiyên belema binavbûyî lê dimînin, Canlwîcî Skavîlî ji K24ê re ragehand, “Rewşa tendirustiya penaberên rizgarbûyî baş e û ber bi baştir jî diçe.”

Navbirî got, “Rûdana binavbûna wê belemê û xeniqîna bi dehan kesan bandor li ser hest û sozên wan kiriye, lewma jî çi pêdivî be me ji nexweşan re kiriye.” Herwesa got, “Bi rastî ew rûdan gelek trajedî bû.”

Medyaya Îtalyayê li roja Duşemê, 17.06.2024, parve kir ku belemeke koçberan li peravên Îtalyayê binav bûye û hejmareke zêde ji swarên wê winda bûye, ku welatiyên Herêma Kurdistanê jî tê de bûn û dixwast derbaz bibin Almanyayê.

Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li roja 18.06.2024ê ragehand, “Li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re û herwesa bi rêya Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê bi dezgehên fermî yên Îtalyayê re di peywendiyê de ye, zêdebarî pêkanîna odeyeke operasyionan ji bo ku ji nêz ve çavdêriya wê rewşê bike û lidûçûnê bike da ku her tiştekî pêdivî ji qurbaniyan re bê kirin.