Belgefilmê Xazir xebata Pêşmergeyan li dijî DAIŞê berçav dike

Posterê belgefilmê Xazir
Posterê belgefilmê Xazir

Navenda Nûçeyan (K24) - Belgefilmekî nû yê hunermendê filmsaz Nizar Mame bi navê Xazir berhev e û niha di qonaxa montajkirinê de ye.

Ew belgefilm behsa rojên giran û êrîşên çekdarên DAIŞê dike, ku li Xazirî li ser destê Pêşmergeyan hatin şkandin. Xwediyê wî belgefilmî Nizar Mame di daxuyaniyeke taybet de ji K24ê re ragehand, “Ev belgefilm zilm û tawanên çekdarên DAIŞê berçav dike, ku li bajarê Mûsilê kirine û bi qehremanî û xweragiriya Pêşmergeyên Kurdistanê ew hêza tundrê hat şkandin û ji sinorê Kurdistanê û bi taybetî Hewlêrê hat dûrxistin.”

Ew belgefilm ji aliyê wênegir Hawkar Ferhad, Huner Bekir Marûf, Zîrek Sebah û Xoşnaw Silêman ve hatiye wênekirin û niha di qonaxa montajkirinê de ye.

Nizar Mame herwesa got, “Merem ji tomarkirina dîmenên vî belgefilmî gehandina wê peyamê ye ku Kurdan herdem wekî gelekî aştîxwaz bergirî ji mafên xwe kiriye û dîroka wan jî pirî qurbanîdan bûye”.