Koçkirina neqanûnî ji Herêma Kurdistanê ber bi Ewropayê ve kêm bûye

Bajarê Hewlêrê
Bajarê Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bernaberî salên borî, koçkirina bi awayên neqanûnî ji bo Ewropayê bi rêjeyeke berçav kêm bûye û hejmareke zêde ya wan kesên ku çûne jî vegeriyane. Li dû amara Wezareta Navxwe, di navbera salên 2023 û 2024ê de zêdetirî heft hezar û 940 malbat û ciwanan vegeriyane Herêma Kurdistanê û alîkarî jî pê hatine dan.

Mehdî Salih ku xwedî kar e ji K24ê re ragehand, “Gelek caran derfeta wê yekê ji min re çê bûye ku biçim Ewropayê lê ez neçûme û min bajarê xwe baştir dîtiye. Min li vê derê karê xwe heye, min her ev der baştir dîtiye.”

Çûna ber bi Ewropayê ve bi rêyên neqanûnî li beranberî salên borî kêm bûye, li bernaberî wê jî koçkirina berovajî ji Ewropayê bo Herêma Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibe. Tenê di navbera salên 2023 û 2024ê de bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêkxistinan ve zêdetirî heft hezar û 940 malbat û ciwanan vegeriyane Herêma Kurdistanê.

Şarezayê Aborî Nebez Newzad ji aliyê xwe ve ji K24ê re got, “Derfetên karî yên baş ji bo ciwanan li Herêma Kurdistanê hene û ciwan dikarin şiyanên xwe pêş bixin.”