Pênc kes di şewata di navbera Diyarbekir û Mêrdînê de mirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Şewata li herêma di navbera Şemrexa navçeya Merdînê û Çinara nevçeya Diyarbekirê de çêbûyî her diçe berbelav dibe. Hat diyarkirin ku mirî û birîndar hene. 

Li gor agahiyan li herêma di navbera Şemrexa navçeya Mêrdînê û Çinara navçeya Diyarbekirê de ji ber sedemeke nediyar şewat çê bû. Şewata ku çê bû her diçe nêzî jîngehan dibe.

Gelek tîmên agirkujiyê yên Merînê û Dyarbekirê ji bo temirandina agirî ji bo wê herêmê hatine veguhastin. Ji Amedê jî wesayît sewqî herêmê hatin kirin.  Herwiha şewateke zêde heye. Parêzgeriya Mêrdînê eşkere kir ku ji welatiyên mudaxeleyî agirî kirî 1 miriye û 10 jî birîndar bûne. 

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyeyê Fexredîn Koxa jî îro (În, 21.06.2024) li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê ragehand, “Ji ber şewatan li daristanên çend gundên parêzgeha Mêrdînê ya başûrê rojhilatê Tirkiyeyê (Bakurê Kurdistanê), pênc kes mirine.”

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyeyê herwesa amaje jî da, “Ji bilî mirina pênc kesan, di eynî demê de 44 kesên din jî birîndar in ku birînên 10 ji wan giran in.”

Pêştir li roja 05.06.2024ê li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê jî ji ber sedemeke nediyar li qada daristanê şewat derket, lê bi midaxeleya tîmên agirvemirandinê ew agir di sê seetan de hat vemirandin.

Herwesa li roja 19.06.2024ê agir berbû daristana Çanakkaleyê ya Tirkiyeyê jî. Wezîrê Çandinê û Daristanan ê Tirkiyeyê Ibrahim Yumakli got, “Ji ber lezatiya bayî, kontirolkirina wî agirî bizehmet e.”

Ibrahim Yumakli herwesa ragehand, “Tevî bizavan, rûberê 575 hêktaran ji pûş û pelex û daristanan şewitîne û ji ber wê yekê jî hatinûçûn ji bo Tengava Çanakkaleyê hatiye rawestandin.”