Serkewt Kareş: Rêje û hejmara rûdanên xeniqîn û şewatan zêdetir bûye

Serkewt Kareş
Serkewt Kareş

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Herêma Kurdistanê sedemên xeniqîn û şewatan eşkere dike û amajeyê dide, “Rêjeya rûdanên nexwastî û xasma yên xeniqîn û şewatan li Herêma Kurdistanê di bilindbûnê de ye.”

Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Herêma Kurdistanê Serkewt Kareş îro (În, 21.06.2024) ji K24ê re ragehand, “Li beranberî salên borî, îsal rêje û hejmara rûdanên xeniqîn û şewatan li Herêma Kurdistanê zêdetir bûye.”

Serkewt Kareş amaje jî da, “Di çar rojên Cejna Qurbanî de, 404 rûdan li seranserî Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin û li beranberî salên borî rêje û hejmareke zêde ye.”

Navbirî herwesa got, “Ji tevaya wê hejmarê, 348 rûdan girêdayî şewitîna pûş û pawan û zevî û erdên çandinê bûn û heft kes jî di avê de xeniqîne.”

Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Bilindbûna pileya germê û xemsariya welatiyan û nebûna giringiyê ji bo rênimayên Bergiriya Şaristanî ji bo xweparastinê ji şewatan sedemên serekî yên piraniya şewatên deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê ne.”