Helebce û Hewramanê mêvandariya 100 hezar geştiyar kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Deverên geştyarî yên parêzgeha Helebce û Hewramanê hertim bala geştyaran dikişînin. Geştûguzariya Helebceyê dibêje, di heyama çend rojên borî de nêzîkî 100 hezar geştiyar serdana navçeyên geştyarî yên herêmê kirine.

Sirûşta Helebce û Hewramamê hejmareke mezin ya geştiyaran kişandine herêmê. Ew bi dîmenên ciwan û xweşik dilxweş dibin û firoşkarên navçeyê yî, tiştên cûrbecûr ên çanda herêma xwe nîşan didin.

Yasîn Ebdullah ji Bexdayê hatiye seyrangeha Ehmed dibêje, ew cara çaremîn e tê vê herêmê û daxwaza xizmetên zêdetir dike.

Yasîn Ebdullah got: “Ev çaremîn serdana min e bo vê deverê, lê tenê hejmara xwaringehan li vê deverê zêde bûye. Em hêvîdar in ku ev zêdebûn cihêreng be, mîna welatên din.”

Li parêzgeha Helebce û Hewramanê, 36 deverên geştyarî hene û her sal ji dawiya meha Adarê ve werzê geştiyarî dest pê dike û heya dawiya meha Berçile didome.

Nêzîkî 100 hezar geştiyar ji bo betlaneya cejnê ya îsal serdana Helebceyê kirine. Rêveberiya Geştiyariyê, rêberên geştiyariyê didin geştyaran û rênima jî dane xwediyên herêmên geştyarî û xwaringehan, da ku bi awayekî baş pêşwazî li geştiyaran bikin.

Rêveberiya Geştûguzariyê ya Helebce hemû asankarî ji bo geştyaran dabîn kirine û plan dike di salên pêş de hejmareke mezin ya geştiyaran serdana herêmê bikin.