4 heciyên Herêma Kurdistanê di bûyereke trafîkê de canê xwe jidest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – 4 heciyên Herêma Kurdistanê di bûyereke trafîkê de li ser rêya Rumadî – Silêmaniyê canê xwe jidest dan.

Berdevkê Fermangeha Giştî ya Hec û Umreyê ya Herêma Kurdistanê Karwan Stûnî ji K24ê re ragihand, 4 heciyên Herêma Kurdistanê di dema vegerê de li ser rêya Rumadî – Silêmaniyê otomobîla wan qulibî û canê xwe jidest dan û yekî din birîndar bû.

Li gorî Stûnî, her 5 heciyên xelkê bajarê Silêmaniyê bûn û ji ber teqîna tekerekî otomobîla wan wergeriya. Diyar kir jî, wan heciyan bi vîzeya geştiyariyê çûne Erebistana Siûdî, ne bi rêya Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî.

Diyar kir jî, Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevahengiyê ligel Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Enbarê dike, ji bo vegerandina termên qurbaniyan û ji bo pêşkêşkirina hemû xizmetguzariyên pêwîst ji heciyê brîndar re yê ku di bin çavdêriya hûr a bijîşkî de ye.

Ji aliyê xwe ve, Berpirsê Ragihandinê yê Şandeya Heciyên Herêma Kurdistanê Rojgar Cefer ji K24ê re got: “Heta niha 25 heciyên Herêma Kurdistanê li Erebistana Siûdî canê xwe jidest dane. Tenê yek ji wan bi awayekî fermî çûye Hecê û yên din jî bi vîzeya geştyarî çûne Meke û Medîneyê.”

Rojgar Cafer destnîşan kir ku heciyên ku bi rêya Wezareta Karûbarên Olî re çûne Erebîstana Siûdî, tîmên tenduristiyê bi wan re hatin şandin û hemû xizmetguzarî pêşkêşî wan dikin, lê yên ku bi vîzeya geştiyariyê çûne, ji ber nebûna xwarin, av û xizmetên tenduristiyê mirine.