Navenda Çandî û Civakî ya Laleşê: Êzidî beşeke resen a gelê Kurd in

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Çandî û Civakî ya Laleşê dibêje, sed sal in çend alî hewl didin Êzdiyan weke beşeke resen ya gelê Kurd, ji koka wê ya dîrokî veqetînin.

Navenda Çand û Civakî ya Laleşê duhî 22.06.2024an daxuyaniyek belav kir û tê de got: Ji dema damezirandina dewleta Iraqê ve, bi taybetî ji salên şêstî yên sedsala borî ve, çend alî bi armancên pêşwext hewl dane ku Êzdiyan weke beşeke resen a gelê Kurd, ji koka wê ya dîrokî veqetînin.

Tekez kir jî: “Ola Êzdiyatiyê ya kevnar, yek ji wan olên ku Kurd pê bawer in û tevî hemû karesat, neheqî, zulm û qirkirinên ku ji destpêka dîrokê ve rûbirû wan bûne, lê nasnameya xwe ya etnîkî û bermahiyên manewî parastiye û hemû metnên pîroz ên olê bi kurdî tên xwendin û ayînên wê jî mîna yên her oleke din ên Kurdistanê, tên cibicîkirin.

Navenda Çand û Civakî ya Laleşê dide zanîn, Kurdistan welatê yekem ê Êzdiyan e û perestgeha Laleşî di dilê Kurdistanê de ye. Êzdî bi birayên xwe yên ji olên din ên Kurdistanê re dîrok, erdnîgarî û zimanekî wan ê hevpar heye.

Herwiha dibêje: “Em wek Navenda Çandî û Civakî ya Laleşê di wê baweriyê de ne ku ji bo naskirina jenosîda Êzdiyan ji aliyê Dadgeha Tawanan a Navdewletî ve, ji bo pêkanîna dadperwerî û sizakirina tawanbaran, qerebûkirina qurbaniyan û jinûveavakirina deverên me bi taybet Şengalê, asayîbûna rewşa bajêr dûr ji her kêşeyeke siyasî û çekdarî kar dikin. Ev ji ji karên pêşîne ne ku divê her kes li ser bixebite û xwe dûrî mijarên ku birînên Êzidiyan kûrtir bike, bixe.”

Navenda Çandî û Civakî ya Laleş bang li hemû aliyên Êzidiyan dike ku bi rê û rêbazên xwe yên siyasî û rewşenbîrî, rêzên xwe bikin yek û zimanê diyaloga biratî yê avaker ji bo gotûbêjkirina hemû mijarên girêdayî civaka xwe û xurtkirina pêwendiyê biratî û xweşewîstî ligel hemû pêkhateyên Kurdistanî û Iraqî bipejirînin.

Navenda Çandî û Civakî ya Laleş di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Em bang li hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku hemû mafên rewa yên pêkhateya Êzîdî garantî bikin û wan li gorî prensîbên dadperweriya civakî beşdarî di birêvebirina aliyên cuda yên dewletê de bikin û di maf û erkan de cudakariyê di navbera pêkhateyan de nekin.

Encûmena Rûhanî ya Êzdiyan jî roja 08.06.2024an derbarê hewlên çend aliyan bi rêya Parlamentoya Iraqê, ji bo guhertina nasnameya Êzîdiyan ji Kurdî bo neteweyeke serbixwe, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin: “Encûmena Rûhanî ya Êzidiyan bi tundî her hewlek ji bo guhertina nasnameya Êzidiyan ji Kurdî bo her neteweyeke din û destkarîkirina li vê nasnameyê red dike. Êzidî beşeke bingehîn a gelê Kurd in û rehên wan ên dîrokî û çandî bi kûrahî di xaka Kurd de çespandî ne.”

Encûmena Rûhanî da zanîn, “Êzidîtî oleke kevnar e ku dîroka wê bi hezaran salan e û beşek ji mîrasa kevnar a gelê Kurd e. Êzdî bi zimanê kurdî diaxivin, adetên wan li gorî çanda giştî ya kurdî ye. Êzidiyan tevî dijwarî û çewisandinên ku rû bi rû wan bûne, bi sedsalan nasnameya xwe ya olî û netewî parastine.”

Encûmena Rûhanî ya Êzidiyan tekezî li ser wê yekê dike ku pêwîst e rêz li nasnameya kurdên Êzîdî bê girtin û hewla guhertin û sextekirinê neyên dayîn. Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin jî: “Parastina vê nasnameyê mafekî xwezayî û erkekî pîroz e û beşeke bingehîn a parastina mîrateyên çandî û olî yên gelê Êzidî û gelê Kurd bi giştî ye.”