Parêzgarê Hewlêrê: Nûjenkirina Bazara Qeyseriyê di nîvê dema diyarkirî de bidawî dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê da zanîn, proseya nûjenkirina Bazara Qeyseriyê bi lez tê kirin, da ku kasibkar û bazirgan di zûtirîn dem de vegerin ser karê xwe.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro 23ê Hezîranê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, dema bazara Qeyseriyê şewitî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî rojekê serdana bazarê kir û saziyên pêwendîdar raspardin ku di zûtirîn dem de dest bi çakirina beşa şewitî bikin.

Omêd Xoşnaw got jî: Me proje bi îhale ragihand ji bo bilez dest bi proseya nûjenkirinê bê kirin, lewra proje bi du kompanyayan hat dayîn, daku bi baştirîn awa û di zûtirîn dem de bazarê nûjen bikin.

Da zanîn jî, her du kompanya rojek piştî wergirtina îhaleyê dest bi karê xwe kirine, niha pirose bi lez û bez tê kirin û di rojên betlaneyê de kar û xebat bi sê dewreyan didome.

Omîd Xoşnaw got: “Me îro serdana bazarê kir, ta ku bazirganan piştrast bikin ku proseya nûjenkirinê bi lez birêve diçe. Moleta yasayî ya temamkirina pêvajoyê salek e, lê li gorî me şopandiye, dê di nîvê wê demê de, ango di şeş mehan temam bibe.”

Parêzgarê Hewlêrê diyar kir jî, ji bo nûkirina bazara Qeyseriyê, 5 milyar û 300 milyon dînar hatine terxankirin.

Şeva 5ê Gulana 2024an agir bi bazara dîrokî û kulturî ya Hewlêrê (Bazara Qeyserî) ket û 227 dukan û 7 komkeh şewitîn û 132 kes jî birîndar bûn.