Li Hesekê firoşkarekî madeyên hişbir hate girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) bi operasyonekê firoşkarekî madeyên hişbir li bajarê Hesekê girt û pê re 1726 hebên hişbirê desteser kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyekê de ragihand, “Hêzên me yên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir, roja 20ê Hezîranê, firoşkarekî madeyên hişbir li bajarê Hesekê girt.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, 1726 hebên hişbir bi wî fioşkarî re hatine desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku firoşkar tevî hebên ku pê re hatine desteserkirin, ji Desteya Dozgeriya Giştî re hatiye veguhastin.