Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê nû yê Brîtanyayê li Hewlêrê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 23ê Hezîrana 2024an, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê Andrew Disley kir.

Di hevdîtinê de ku Cîgira Balyozê Brîtanya li Iraqê Rosy Cave jî tê de amade bû, Serok Barzanî bixêrhatina şanda mêvan kir û hêviya serkeftinê ji bo Konsulusê nû yê Brîtanya li Hewlêrê di erkê nû de xwest.

Her wiha Serok Barzanî amaje bi peywendiyên dostane û dîrokî yên di navbera gelê Kurd û Brîtanyayê de kir û hêvî xwast ku peywendiyên her du aliyan berdewam bin û zêdetir bi pêş ve bên birin.

Ji aliyê xwe ve Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê spasiya helwesta Serok Barzanî kir û behsa pêwendiyên di navbera gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê û Brîtanya de kir û amadehiya xwe ji bo berdewamkirin û pêşxistina wan peywendiyan nîşan da.

Rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û metirsiyên derketina terorê, mijarên din ên guftûgoyên hevdîtinê bûn.