Herêma Kurdistanê û Îraq sîstema hevgirtî ya trafîkê bi cih tînin

Hewlêr
Hewlêr

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Pişka Ragehandin û Peywendiyan a Birêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Îraqê radigehîne, “Hevahengiyeke rasterast di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de ji bo hevgirtina sîstema trafîkê heye.”

Birêveberê Pişka Ragehandin û Peywendiyan a Birêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Îraqê Mihemed Elî eşkere kir, “Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo berhevkirina sîstema hevgirtî ya trafîkê serdana Bexdayê kiriye, ji bo ku data û zanyar li hev bên guhertin û sizayan jî vebigirin.”

Birêveberê Pişka Ragehandin û Peywendiyan a Birêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Îraqê herwesa got, “Hevahengiyeke rasterast di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de ji bo hevgirtina sîstema trafîkê heye.”

Mihemed Elî amaje jî da, “Li dû wê sîstemê siza bi awayekî rasterast tên wergirtin, bi awayekî ku ew erebeyên hejmarên Bexdayê hene dikarin sizayên xwe li Herêma Kurdistanê bidin û yên ku hejmarên Herêma Kurdistanê jî hene dikarin sizayên xwe li parêzgehên Îraqê bidin.”