Şaxewan Xalid: Em pişkinînên DNA ji bo termên qurbaniyên belema Îtalyayê dikin

Şaxewan Xalid
Şaxewan Xalid

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Pişka Bayolojî ya Birêveberiya Belgeyên Tawanan a Herêma Kurdistanê amajeyê dide, “Ezmûngeha pişkinînên DNA li Herêma Kurdistanê bawerpêkirî ye.” Herwesa dibêje, “Em pişkinînên DNA ji bo termên qurbaniyên belema Îtalyayê dikin.”

Birêveberê Pişka Bayolojî ya Birêveberiya Belgeyên Tawanan a Herêma Kurdistanê Şaxewan Xalid îro (Yekşem, 23.06.2024) di çaroveya bernameya Basî Roj a K24ê de ku Jîno Mihemed pêşkêş dike ragehand, “Ev ji bo dema 15 salan e ku ezmûngeha pişkinînên DNA li Herêma Kurdistanê heye.”

Birêveberê Pişka Bayolojî ya Birêveberiya Belgeyên Tawanan a Herêma Kurdistanê got, “Ezmûngeha me li Herêma Kurdistanê standarda navdewletî heye û her roj dadgeh pişta xwe pê gerim dikin.”

Şaxewan Xalid amaje jî da, “Ew kesên li vê ezmûngehê jî kar dikin kesên şareza ne û çend korsên navdewletî li derveyê welatî wergirtine, herwesa me çend nivîsîngeh jî li bajar û bajarkên Herêma Kurdistanê hene.”

Navbirî di derheqa pişkinînên DNA de got, “DNA di hemî xaneyên bayolojî yên leşê me de heye, ew pişkinîn gelek caran ji ava devî ji bo mirovan tê kirin. Heta niha rexne li çi pişkinînên me nehatiye kirin û encamên tevaya wan rast bûne.”

Wî birêveberî di derheqa qurbaniyên belema Îtalyayê de jî got, “Em pişkinînên DNA ji bo termên qurbaniyên belema Îtalyayê dikin. Me serdana kesûkarên wan jî kiriye û me mînak jê wergirtine û em li roja Sêşemê encamên pişkinînan ji bo Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dişînin.”

Şaxewan Xalid amaje jî da, “Piraniya wan pişkinînên em li Herêma Kurdistanê dikin pişkinînên selimandina babîtiyê ne.” tekez jî kir, “Mirov nikare DNA bi çi awayan sexte bike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê xerciya pişkinan dabîn dike.”