Kardînal Sako: Spas ji bo serkirdayetiya Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê Kardînal Luîs Sako peyamek spasiya arasteyî Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.

Kardînal Luîs Sako beriya ku vegere baregeha xwe ya li Bexdayê di daxuyaniyekê de spasiya serkirdayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got: “Piştî paşvekişandina biryarnameya Serokomariya Iraqê, spasiya helwest û pêşwaziya germ a Serkirdayetiya Herêma Kurdistanê li min, dikim.”

Herwiha got: “Ez helwesta wan di serderîkirina rast û dirust de, bilind dinirxînim. Wek çawa Serok Barzanî di peyama xwe ya li tora X de belav kiriye, piştî ku fermana Dîwana Serokatiya Komar derketibû.”

Kardînal Luîs Sako got: “Spas ji Xweda re ku di dawiyê de rastî bi destpêşxeriya Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî hat rastkirin, ku ez vê yekê ji bo aramiya welêt wek pêwîstiyeke girîng dibînim, ji ber ku ez ji bilî diyalogeke wêrek û hişmend ku her kes jê razî be, tu riyeke din ji bo çareserkirina pirsgirêkan û başkirina rewşê nabînim.”

Kardînal Luîs Sako di dawiya peyama xwe de rexne li sîstem û siyaseta desthilatdariya Iraqê girt û got: “Parçebûn wêranî ye û yekdestdariya desthilatdariyê aştiyê pêk nayîne, belkî parvekirina desthilatdariyê li ser bingehên destûrî, bingeha rêveberiyeke baş a demokratîk e ta ku xizmeta welat û welatiyan bike.”