ENKS girtina endaman û rewşa Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro 24ê Hezîranê li bajarê Qamişlo civiya û girtina endamên ENKSê û rewşa Efrîn û Serê Kaniyê de gotûbêj dike.

Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif ji K24ê re ragihand, “Civîna Serkirdayetiya ENKSê di demekê de ye ku êrîşeke mezin ji aliyê çekdarên ser bi PYDê ve li ser ENKSê heye ku heta îro 15 endamên ENKSê hatine girtin û em çarenivîsa wan nizanin. Herwiha ofîsên ENKSê tên şewitandin û di ragihandinê de dijayetiya ENKSê tê kirin.”

Feysel Yûsif diyar kir jî, di civîna ENKSê de rewşa rewşa kurdan li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî tê gotûbêjkirin û raporên ku ji wan herêman hatine dê bêne xwendin û nirxandin û tiştê pêwsît derbarê wan de bikin.