Balyozê Japonê ji bo K24ê: Weberhênerên Japonî naxwazin bên Îraqê

Futoshi Matsumoto
Futoshi Matsumoto

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozê Japonê li Îraqê amajeyê dide, “Êrîşên li ser birandên cîhanî bandora nerênî li ser aborê Îraqê hebûye.” Herwesa dibêje, “Weberhênana Japonî li Îraqê gelek sinordar e û weberhênerên Japonî naxwazin bên Îraqê.”

Balyozê Japonê li Îraqê Futoshi Matsumoto îro (Duşem, 24.06.2024) taybet ji K24ê re got, “Êrîşên li ser birandên cîhanî bandora nerênî li ser aborê Îraqê hebûye û tirs xistiye dilê weberhêneran.”

Futoshi Matsumoto ron jî kir, “Ew êrîşên li ser birandên cîhanî tên kirin dibin sedema tirsandina kompaniyan bi awayekî giştî, yanî tirsê dixin dilê hemî kompaniyên biyanî ne tenê yên Amerîkayî. Nebûna tenahî û seqamgiriyê wesa kiriye ku kompaniyên Japonî tirs ji wê yekê hebe ku bên Îraqê û weberhênanê bikin.”

Navbirî amaje jî da, “Di dema borî de gelek peywendî bi min re hatine kirin û pirsyar li ser rewşa ewlehiyê ya Îraqê ji min hatine kirin.” Herwesa got, “Ez li vê derê ji Îraniyan re dibêjim, ên ku li nav hikûmetê ne û yên ku welatiyên asayî ne jî, ewlehî û seqamgirî ji bo Îraqê gelek pêdivî ye.”

Balyozê Japonê li Îraqê eşkere jî kir, “Qebareya weberhênana Japonî li Îraqê di astê pêdivî de nîne. Em her sal pêşangehan ji bo rakêşana weberhênerên Japonî ji bo Îraqê vedikin, lê ji bo îsal tenê 20 kompanî berhev in ku tevlî wê pêşangehê bibin, ku ev jî hejmareke gelek sinordar e. Em bizavê dikin ku zêdetir weberhêneran ji bo Îraqê rabikêşin.”

Hejmareke êrîşên çekdarî yên cuda cuda li rojên 26-30.05.2024ê li ser her du xwaringehên Key Êf Sî (KFC) û Çilî Hawz Lîzê (Chilly House Liz) û Peymangeha Kambirîcê (Cambridge) li cadeya Filistînê û tayekî xwarineha Key Êf SÎ (KFC) û kompaniya Katerpilerê (Caterpillar) li devera Cadiriyeyê ya Bexdayê hat kirin.