Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em ê îsal bendavên zêdetir vekin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê radigihîne, di çarçoveya veberhênanên xwe yên li jêrxana Herêma Kurdistanê de, emê îsal bendavên din jî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Hezîranê li tora civakî “X” nivîsî: “Îro me bendava Çemirgeyê li Hewlêrê vekir ku şiyana wê ya komkirina zêdetir ji milyonek metre sêcar av heye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, di çarçoveya veberhênanên xwe yên li jêrxana Herêma Kurdistanê de, emê îsal bendavên din jî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro di merasîmekê de, bendava Çemirgeyê li navçeya Quştapa ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve vekir.

Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Gelek giring e ku feyde ji ava sererd bê wergirtin û em ava binerd gelek bikar neyînin, ji ber ku mixabin gelek nemaye ku ava binerd bi rêjeyeke metirsîdar biçe xwarê.” Herwesa got, “Samanê avê û samanên din jî yên xweriskî ne tenê yên me ne belkî yên nifşên paşerojê jî ne, lewma divê em wan biparêzin.”

Bendava Çemirgeyê bi gojimê çar milyar û sê sed milyon dînaran, li ser budceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi şiyan û şarezahiyên navxweyî û li dû pîver û standardên cîhanî, hatiye çêkirin. Bilindahiya wê bendavê 17.5 metr û dirêjahiya wê 262 metr û paniya wê jî ji aliyê serî ve 8 metr in.