Firaksiyona PDKê li Civata Parêzgeha Neynawayê daxwaza helweşandina biryarên neqanûnî dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsîngeha Rêkxistinê ya Neynawayê ya PDKê ragehand, “Em tevaya wan biryarên yekalî red dikin ên ku di rûniştina Civata Parêzgeha Neynawayê de hatine dan.”
Nivîsîngeha Rêkxistinê ya Neynawayê ya PDKê îro (Çarşem, 03.07.2024) beyannameyek parve kir û tê de ragehand ku, tevaya wan biryarên yekalî red dike yên ku di civîna Civata Parêzgeha Neynawayê de hatine dan û daxwazê dike ku tevaya biryarên wê civînê bên helweşandin.
Di wê beyannameyê de hatiye, “Ya ku duhî (Sêşem, 02.07.2024) li Civata Parêzgeha Neynawayê ji bo guhertina piraniya berpirsên yekîneyên îdarî û nehêlana qayimqam û birêveberên komelgehan hatiye kirin karê aliyekî bû, wî alî xwe li ser parêzgehê û xelkê wê sepandiye û bê ku vebigere qanûn û destûran û bê ku mafên destûrî û hilbijartinan li ber çav werbigire kar dike.”
Wê çavkaniyê amaje jî da, “Em li Nivîsîngeha Rêkxistinê ya Neynawayê ya PDKê tevaya wan rêkarên yekalî red dikin û em pê pabend nabin. Herwesa em daxwazê ji desthilatên dadwerî û qanûndananê yên federalî jî dikin ku wan binpêkirinan rabiwestînin ên ku zirarê digehînin xelkî û tevaya biryarên wê rûniştina Civata Parêzgeha Neynawayê hilbiweşînin ku rûniştineke neqanûnî bû û tiştê hatiye kirin dibe sedem ku arêşe zêdetir mezin bibin.”
Eynî çavkaniyê ron jî kir, “Ew tiştê hatiye kirin bingehên hevparî û hevsengiyê binpê kirine, lihevkirina li ser birêvebirina îdareya parêzgehê divê bi wî awayî ba ka çawa li parêzgehên din îdareyên parêzgehan bi lihevkirin hatine danan, lewma desteya PDKê li Civata Parêzgeha Neynawayê endametiya xwe li rûniştinên civatê helawîst, heta wê demê ku qanûn û destûr serwer bin û nabe ku nûnerîtiya piraniya xelkê parêzgehê ku ji tevaya pêkhatên dînî û neteweyî û mezhebî pêk hatine bê binpêkirin.