MSD banga lidarxistina kongreyeke nîştimanî li ser xaka Sûriyeyê dike

Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – MSDê êrîşên nijadperestî yên li dijî penaberên Sûrî li Tirkiyeyê û tawanên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê li bakurê rojavayê Sûriyeyê şermezar kirin. Herwiha banga lidarxistina kongreyeke nîştimanî li ser xaka Sûriyeyê jî kir.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li ser nerazîbûn û xwepêşandên xelkê û li navçeyên bakurê rojavayê Sûriyeyê û êrîşên li dijî penaberên Sûrî li Tirkiyeyê daxuyaniyek da. 

MSDê di daxuyaniya xwe de got: “Em MSDˊê bi baldarî xwepêşandan û tevgera gel li bakurê rojavayê Sûriyeyê û êrîşên nijadperestî yên li dijî penaberên Sûrî li Tirkiyeyê dişopînin. Em bi tundî van kiryarên plankirî yên li dijî Sûriyan şermezar dikin.”

Herwiha MSDê got: “Em tawanên li bakurê rojavayê Sûriyeyê yên ku ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve tên kirin, şermezar dikin. Ew grûp dengên xwepêşandaran diçewisînin û heqaretê li sûriyeyiyan dikin û wan neçar dikin ala Tirkiyeyê maç bikin.”

MSDê di beşeke din a daxuyaniya xwe de got: “Hewldanên ji bo asayîkirina peywendiyên di navbera Enqere û Şamê de, rewş aloztir kiriye û zext li penaberên Sûrî yên li Tirkiyê zêdetir kiriye.”

Tekez kir jî: “Em li ser vê lihevkirinê ku nekeve xizmetê gel hişyariyê didin. Ji ber çi lihevkirinên nekevin xizmetî Sûriyan, dê bi xwe re êşan bîne.”

MSDê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Em bang li hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê dikin, bi lez amadekariya lidarxistina kongreyeke nîştimanî li ser xaka Sûriyeyê bikin, da ku qonax, astengiyên pêşîn û sekna li hember xeteriyan binirxînin û xebatên xwe yên pêkanîna demokrasiyê bikin yek, dagirkeriyan bi dawî bikin û nehêlin rêxistina desthilat û gendeliyê careke din xwe derxe pêş.”