Qebareya bazirganî li Deriyê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl zêde bûye
Navenda Nûçeyan (K24) - Ev ji bo dema çend salan e ku qebareya lihevguhertina bazirganî li Deriyê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl berdewam zêde dibe, ew jî ji ber wan hêsankariyan e yên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêşî bazirganan kirine.
Faris Seîd yek ji wan bazirganan e yên ku di wî deriyê sinorî re kelûpelan hawirde dike, ji K24ê re behs kir ku li beranberî salên borî karê bazirganiyê niha gelek hêsantir e.
Deriyê Îbrahîm Xelîl ji ber cihê xwe yê cografî bûye sedema girêdana Îraq û Herêma Kurdistanê bi Tirkiye û Ewropayê re, wê yekê jî pêgeheke bazirganî û stratejîk a mezin daye wî deriyê sinorî.
Cîgirê Serokê Odeya Bazirganî ya Dihokê Letîf Osman ji K24ê re got, “Gelek hêsankarî ji bo bazirganan hatine kirin û rotîn hatine kêmkirin. Di dema Kabîneya Nehê de, hem livîna bazirganî zêdetir bûye û hem jî zêdetir hêsankarî ji bo bazirganan hatine kirin.”