Erdogan Wezîrê Derve yê welatê xwe raspard ku hevdîtinekê bi Esed re pêk bîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Teyip Erdogan, Wezîrê Derve yê welatê xwe Hakan Fîdan raspard ku amadekariyên pêwîst ji bo pêkanîna civînekê di navbera wî û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed de, bike.
Erdogan duhî 12ê Tîrmehê li Washingtonê, li perawîza NATOyê di konferanseke rojnamevanî de got: “Berî du hefteyan min Esed vexwendibû hevdîtinê li welatê me yan jî li welatekî din û min wezîrê me yê derve rasparde ku kar li ser vê mijarê bike.”
Serokkomarê Tirkiyeyê herwiha got: “Em dixwazin pêvajoyeke nû bidin destpêkirin û neyîniyên têkiliyên bi Sûriyeyê re derbas bikin.”
Erdogan tekez kir: “Min di vî warî de wezîrê me yê derve raspard, ewê jî ji bo derbaskirina vê qutbûnê û destpêkirina pêvajoyeke nû, dê bi hevtayên xwe re danûstandinan bike.”
Di heyama du hefteyên borî de, daxuyaniyên li ser hev ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê ve ji bo asayîkirina pêwendiyên bi rêjîma Esed re tên dayîn.
Erdogan roja 7ê Tîrmehê jî gotibû ewê vexwendnameyê ji Esed re bişîne û ev yek dibe di her demekê de pêk were û got: “Niha em gihiştine astekê ku her dema Beşar Esed ji bo baştirkirina peywendiyên bi Tirkiyeyê re gavekê bavêje, emê bersiveke guncayî bidin.”
Enqereyê piştî şerê li Sûriyeyê di sala 2011an de, pêwendiyên xwe bi Şamê re qut kirin û piştgirî da opozîsyona rejîma Esed. Erdogan jî Esed wek kujer binav kiribû û daxwaza dadgehkirina wî li dadgeheke navdewletî kiribû.