Hakan Fîdan: Em çi penaberên Sûriyeyê neçarî vegeriyanê nakin

Hakan Fîdan û Feysel Bin Ferhan Al Siûd
Hakan Fîdan û Feysel Bin Ferhan Al Siûd

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê radigehîne, “Me ji sala 2017ê ve peywendiyên rasterast û nerasterast bi Sûriyeyê re hene.” Herwesa dibêje, “Em bi aştî û seqamgiriya Sûriyeyê re ne.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro (Yekşem, 14.07.2024) kongireyeke rojnamevanî ya hevpar bi Wezîrê Derve yê Sidûiyê Feysel Bin Ferhan Al Siûd re kir û got, “Daxwaza serokê me ji bo asayîkirina peywendiyan bi Sûriyeyê re giring e û divê li ber çavan bê wergirtin.”

Hakan Fîdan amaje jî da, “Nerîna serokê me nerîna aştiyê ye, Tirkiye herdem deriyê diyalogê bi Sûriyeyê re vekirî dihêle.”

Navbirî tekez jî kir, “Me ji sala 2017ê ve peywendiyên rasterast û nerasterast bi Sûriyeyê re hene, û niha rewşa deverê wesa dixwaze ku em li dû aştiyê bigerin.” Herwesa got, “Em çi penaberên Sûriyeyê neçarî vegeriyanê nakin.”

Wezareta Derve ya Sûriyeyê li roja Şemiyê, 13.07.2024, di derheqa asayîkirina peywendiyan li gel Tirkiyeyê de ragehandinek parve kir, ku tê de hatibû, “Divê hêzên asayî ji Sûriyeyê bên vekêşan û berjewendiya navbera welatan li ser peywendiyeke durist bê danan ne ku li ser hevrikî yan dijminatiyê.”

Wê wezaretê amaje jî dabû, “Divê peywendiyên Sûriye û Tirkiyeyê bo berî qonaxa sala 2011ê vebigerin û her pêşengiyeke bi Tirkiyeyê re divê li ser bingeheke ron be.”