Mosko.. Putin û Beşar Esed civiyan

Vladimir Putin û Beşar Esed
Vladimir Putin û Beşar Esed

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Sûriyeyê bi Serokê Rûsyayê re civiya û her du aliyan li beranberî kamerayan behsa pêşhatên deverê û bandora wan li ser Sûriyeyê kir.

Berdevkê Koçka Kremlinê Dmitri Peskov duhî (Pêncşem, 25.07.2024) ragehand, “Di wê civînê de çi lihevkirineke nû nehatiye îmzakirin.” Rojnameyeke nêzî hikûmetê li Sûriyeyê jî parve kiriye ku, Esed û Putin behsa civîna Esed a bi Erdogan re nekiriye û Putin jî çi daxwaziyên wesa ji Esed nekirine.

Di eynî demê de her du aliyan li beranberî kamerayan behsa pêşhatên deverê û bandora wan li ser Sûriyeyê kir.

Ev jî di demekê de ye ku, ev nêzî mehekê ye mijara civîna Serokkomarên Tirkiye û Sûriyeyê û asayîkirina peywendiyên her du aliyan bûye mijareke germ a medyayê.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan berî du heftiyan Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esed ji bo hevdîtineke taybet vexwand, û pêşniyar kir ku hevdîtina wan li Tirkiyeyê an jî li welatê sêyê be. Bi wê vexwandinê re jî, Erdogan Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan raspart ku ji bo amadekariyên wê hevdîtinê kar bike.

Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esed li roja Duşemê, 15.07.2024, di konferanseke rojnamevanî de li Dîmeşqê di çarçoveya birêveçûna piroseya dengdanê de li nav hilbijartinên perlemana welatê xwe ji rojnamevanan re ragehand ku, “Eger hevdîtina bi Erdogan re bigehe encamekî ku di berjewendiya her du welatan de be, hingê em amade ne wê hevdîtinê bikin.”

Esed amaje jî da ku, arêşe di hevdîtina navbera wî û Erdogan de nîne belkî naveroka civîna wan giring e. Herwesa got, “Eger armanc jê çarekirina arêşeyên navbera her du welatan û baştirkirina peywendiyan û vegeriyana wan ji bo xwezaya xwe ya berê be, hingê em dipirsin çima ev 13 sal in ku arasteya peywendiyan ji rêya xwe ya xwezayî derkeftiye.”