Aloziyên Tirkiye û Îsraîlê: Çi pêwendiya “Seddam û Hîtler” bi vê yekê re heye?!
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got, welatê wî wek çawa destêwerdana di Qerebax û Lîbyayê de kiriye, dikare heman tiştî li Îsraîlê jî bike, Wezîrê Derve yê Îsraîlê got: “Erdogan li ser şopa Seddam Husên dimeşe”. Wezareta Derve ya Tirkiyeyê jî got: “Dawiya Hîtlerê ku jenosayd kiriye çawa bû, dê dawiya Netanyahu jî wiha be.”
Erdogan di dema beşdarbûna civîna şaxa partiya xwe ya li wîlayeta Rîzeyê de got: “Çawa ku em ketine Qerebax û Lîbyayê, em dikarin bi wan (Îsraîlê) re jî heman tiştî bikin. Tiştek rê li ber vê yekê nagire, tenê divê em bi hêz bin, da ku van gavan bavêjin.”
Demildest siyasetmedarên Îsraîlî bertek nîşanî daxuyaniyên Erdogan dan. Wezîrê Derve yê Îsraîlê Katz got: “Serok Erdogan li ser şopa Serokê berê yê Iraqê Seddam Husên dimeşe û gefa êrîşê li Îsraîlê dixwe.”
Katz got jî, “Divê ew bibîr bîne ku li wir çi qewimî û çawa bidawî bû.”
Piştre Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser hejmara torên civakî bersiva gotinên Wezîrê Derveyê Îsraîlê da û got, “Naziyên ku jenosayd kirine, çawa bacê dan, ewên jenosayda Filîstiniyan jî dikin dê bacê bidin. Dawiya Hîtlerê ku jenosayd kiriye çawa bû, dê dawiya Netanyahu jî wiha be.”
Çekdarên Bizava Hemasê li roja 07.10.2024ê êrîşeke berfireh kir ser Israîlê, di wê êrîşê de zêdetirî yek hezar û 400 Israîliyan hatin kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûn, herwesa 240 welatiyên Israîlî jî ji aliyê Hemasê ve hatin revandin.
Şerê li Kerta Xezzeyê berdewam e û heta niha nêzîkî 40 hezar filistînî hatine kuştin û dora 90 kesî jî birîndar bûne û zêdetir ji 10 hezar kes jî winda bûne. Herwiha wêraniyeke mezin û birçîbûneke kujer rû daye.