Agir berbû sinorê gundekî Şarbajêrê û hat kontirolkirin

Şarbajêr
Şarbajêr

Navenda Nûçeyan (K24) - Agirekî mezin berbû sinorê gundekî girêdayî Şarbajêrê, bi bizavên xelkê wê deverê û Tîmên Bergiriya Şaristanî ew agir hat vemirandin.

Îro (Duşem, 29.07.2024) agirekî mezin berbû sinorê gundê Tegeranê yê devera Şarbajêrê û Tîmên Bergiriya Şaristanî û welatiyên deverê ew agir kontirol kir.

Qayimqamê Şarbajêrê Osman Enwer ji K24ê re ragehand, “Agirê sinorê Şarbajêrê, ku berbûbû sinorê gundê Tegeranê, hat kontirolkirin û tîmek hatiye danana ku rêyê li dubare serhildana wî agirî bigire.”

Her îro (Duşem, 29.07.2024) agir berbû daristana Qeladizê jî û Birêveberê Daristan û Pawanên Raperînê Îsmaîl Taha ji K24ê re ragehand, “Bi tometa şewitandina daristana Qeladizê, çar kes hatine girtin.”

Îsmaîl Taha amaje jî da, “Di vîdyoyekê de diyar bûye ku, çar kes agirî berdidin daristana Qeladizê.” Herwesa got, “Ji ber wî agirî, zêdetirî sê hezar darên sinober ên wê daristanê şewitîne û zirar gehiştiye wan.”