Îro Serokkomarê Îranê yê nû dest bi karê xwe dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Îro Serokkomarê Îranê yê nû Mesûd Pizîşkiyan di merasîmekê de li avahiyê perlemana welatê xwe bi tevlîbûna Serokê Herêma Kurdistanê û şandên welatên din dest bi karê xwe dike.
Ajansa IRNAyê parve kiriye ku îro (Sêşem, 30.07.2024) seet şeşê êvarê, merasîmên destpêkirina karî ji bo Serokkomarê Îranê yê nehê Mesûd Pizîşkiyan li Perlemanê bi tevlîbûna zêdetirî 70 şandên biyanî û 600 medyakarên navxweya Îranê û derve bi rê ve diçin.
Li dû madeya 121ê ya destûrê Îranê, merasîmên destpêkirina karî yên serokkomarê wî welatî divê di rûniştineke vekirî ya perlemanê de bi amadebûna Serokê Desthilata Dadweriyê û endamên Civata Çavdêriyê bin.
Her li dû destûrê Îranê, du heftiyan piştî destpêkirina karî ya serokkomarê nû, divê wezîrên kabîneya xwe ji bo wergirtina baweriyê bi perlemanê bide nasandin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê parve kiriye, îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina fermî ya Komara Îslamî ya Îranê diçe Tehranê û bi serok û serkirdeyên welatan re tevlî merasîma destpêkirina karî ya Mesûd Pizîşkiyan dibe.
Piştî derbazbûna du gerên hilbijartinên pêşwext ên Serokatiya Komara Îranê, li roja Înê, 05.07.2024, Mesûd Pizîşkiyan ê yekane kandîdê reformxwazan bi dengên piraniyê karî li beranberî kandîdê nerîtxwazan, Seîd Celîlî, di gera 14ê ya Serokatiya Komara Îranê de bi ser bikeve û bibe serokê nehê yê Komara Îslamî ya Îranê.”