Serokê Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li perawîza merasîma sûndxwarina Serokkomarê Îranê de, ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan civiya. Her du aliyan tekezî li ser berfiretirkirina hevkariyên hevbeş û pêşxistina peywendiyên Tirkiye ligel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de belav kir, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li perawîza merasîma sûndxwarina Serokkomarê Îranê civiyan.

Diyar kir jî, Her du aliyan daxwaza xwe ya ji bo berfirekirina hevkariyên hevbeş û pêşxistina peywendiyên Tirkiyê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de nîşan dan. Herwiha pêşhatên dawî yên li herêmê û çendîn mijarên cihê giringiya hevbeş in gotûbêj kirin.

Îro bi beşdariya zêdetirî 70 şandên biyanî û 600 rojnamevanên îranî û biyanî, merasima sûndxwarina Mesûd Pizîşkiyan, wek serokkomarê nehem ê Îranê li parlemanyos Îranê birêve çû.

Di merasîmê de nûnerên welatan amade bûn û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi fermî ji bo beşdarbûna wê merasîmê hat vexwendin û tê de beşdar bû.