Îsmaîl Heniye li Tehranê hat kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Tevgera Berxwedana Îslamî (Hamas) di daxuyaniyekê de, kuştina Îsmaîl Heniye, Serokê Polîtburoya Hemasê ragihand û tekez kir ku kuştina Heniyê, “gurkirineke metirsîdar e”.
Hemasê di daxuyaniyê de got, “Serokê Hamasê Îsmaîl Heniye piştî ku beşdarî merasîma sûndxwarinê ya serokomarê nû yê Îranê bû, di êrîşa Îsraîlê ya li ser mala wî ya li Tehranê de hat kuştin.”
Herwiha Hemasê diyar kir jî, Serokê Polîtburoya Hamasê Îsmaîl Heniye û pasewanekî wî yê bi navê Wesîm Ebû Şaban li Tehranê hatin kuştin.
Pasdarên Îranê nûçeya kuştina Îsmaîl Heniye li Tehranê piştrast kir û got: “Em kuştina Îsmaîl Heniyê li Tehranê lêkolîn dikin û emê piştre encamên lêkolînê ragihînin.”
Ji aliyekî din ve, endamê Polîtburoya Hemasê Mûsa Ebû Merzûq ragihand, “kuştina Heniyê, karekî tirsonek e ku dê bê bêbersiv nemîne.”
Serokê Polîtburoya Hamasê Îsmaîl Heniye piştî ku ji merasima sûndxwarina serokê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, li mala xwe ya li Tehranê di encama êrişekê de hat kuştin.
Îsmaîl Heniye kî ye?
Îsmaîl Heniyê roja 29ê Berçileya 1963an de li kampeke penaberan a li Karta Rojava ya Xezzayê jidayik bûye û ji sala 2017an ve Serokê Polîtburoya Hemasê ye.
Du sal piştî qedandina zanîngehê, Heniye di sala 1989an de, ji aliyê Îsraîlê ve hat girtin û sê sal di girtîgehê de ma.
Di hilbijartinên 2006an de, Heniye serokatiya lîsteya Guhertin û Çaksaziyê kir û piştî hilbijartinan, Hamasê di 16’ê Sibata 2006’an de ew wek serokwezîr destnîşan kir.
Di 14ê Hezîrana 2007an de, piştî ku Lîwaya Ezzeddîn Qessam, baskê leşkerî yê Hamasê, baregehên ewlehiyê yên li Kerta Xezzeyê kontrol kirin. Serokê Rêveberiya Filistînê Mahmûd Abbas, Haniye ji posta serokwezîrtiyê dûrxist. Vê yekê şerê çekdarî di navbera Fetih û Hamasê de derxist.