Enqere: Armanca êrîşa li ser Heniye berfirehkirina şerê li herêmê ye

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Tirkiyeyê kuştina Serokê Polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye bi tundî şermezar kir û ragihand, “Armanc êrîşê, berfirehkirina qada şer li herêmê ye.”

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê îro 31ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê de kuştina Serokê Polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehranê şermezar kir û ragihand, “Careke din diyar bû ku hikûmeta Netanyahu aştiyê naxwaze.”

Herwiha got: “Armanca vê êrîşê berfirehkirina şerê li herêmê ye û ger civaka navdewletî Îsraîl ranewestîne, Rojhilata Navîn dê rûbirûyê nakokiyên pir mezintir bibe.”

Hemasê îro di daxuyaniyê de got, “Serokê Hamasê Îsmaîl Heniye piştî ku beşdarî merasîma sûndxwarinê ya serokomarê nû yê Îranê bû, di êrîşa Îsraîlê ya li ser mala wî ya li Tehranê de hat kuştin.”

Pasdarên Îranê jî li ser kuştina Îsmaîl Heniye li Tehranê ragihand: “Em kuştina Îsmaîl Heniyê li Tehranê lêkolîn dikin û emê piştre encamên lêkolînê ragihînin.”