Nêçîrvan Barzanî li Tehranê cuda bi Mesûd Pizîşkiyan û Mihemed Baqir Qalîbaf re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê li Tehranê bi awayekî cuda bi Serokkomarê Îranê yê nû û Serokê Civata Şûraya Îslamî ya Îranê re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê parve kiriye, “Di berdewamiya serdana xwe ya Tehranê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Çarşem, 31.07.2024) piştî nîvro bi Serokkomarê Îranê yê nû Mesûd Pizîşkiyan re civiya.
Di wê civînê de, Serokkomarê Îranê spasiya Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re kir ku tevlî merasîmên wî yên sondxwarin û destpêkirina karî bûn, herwesa tekez jî kir ku Îran dixwaze di hemî waran de berdewamiyê bide peywendiyan û alîkariyên hevpar bi Herêma Kurdistanê û Îraqê re.
Serokê Herêma Kurdistanê jî ji aliyê xwe ve spasiya wî kir ku ew vexwand û tekez jî kir ku, Herêma Kurdistanê Îranê wekî cîraneke xwe ya giring dibîne û ji bo pêşvebirina peywendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê bi Îranê re kar dike, herwesa Pizîşkiyan vexwand Hewlêrê di dema serdana wî ya çaverêkirî ji bo Bexdayê de.
Nêçîrvan Barzanî tekez li ser wê yekê jî kir ku, Herêma Kurdistanê dixwaze rêjeya geştyarên Îranê ji bo başûrê Îraqê bi rêya Herêma Kurdistanê û zêdetir lihevguhertina bazirganî di navbera her du aliyan de berfirehtir bibe. Tekez li ser wê yekê jî kir ku Herêma Kurdistanê çi demekê ji bo Îranê û welatên cîran nabe çavkaniya gefan.
Her di wê civînê de ku şanda bi Serokê Herêma Kurdistanê re jî tê de amade bûbû, her du aliyan pesna peywendiyên dostane û dêrîn ên Îran û Herêma Kurdistan ê kir, amaje jî da alîkariya ewlehiyê ya çalak a Îranê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re jî, ji bo tenahî û seqamgiriyê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî her îro (Çarşem, 31.07.2024) bi Serokê Civata Şûraya Îslamî ya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re jî civiya.
Li dû ragehandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê civînê de peywendiyên Îranê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa navxwe ya Îraq û Herêma Kurdistanê û deverê bi giştî hatin behskirin. Herwesa her du aliyan li ser dawî pêşhatên deverê dîtin û nerînên xwe li hev guhertin.
Her du aliyan tekez jî li ser pêşxistina peywendiyên Komara Îslamî ya Îranê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re di hemî waran de kir, û alîkariyên wan ên hevpar li ser astê deverê ji bo parastina seqamgirî û tehahiyê pêdivî dîtin.
Di wê civînê de, ku şanda bi Serokê Herêma Kurdistanê re jî (Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cehfer Şêx Mistefa, Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî) tê de berhev bûbû, behsa çend mijarên din ên cihê giringiya hevpar jî hat kirin.