Umêd Sebah: Em çavkaniyên dahatan rêk dixin û bi dadperwerî parve dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê tekezê li ser rêkxistina çavkaniyên dahatan dike û amajeyê jî dide ku “zêdebarî rêkxistinê, zêde jî dikin ji bo ku bikarin bi dadperwerî li ser hemî parêzgeh û îdareyên serbixwe parve bikin”.
Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah li ser serdana xwe ya ji bo sinorê parêzgeha Silêmaniyê ragehand ku, li ser ferman û raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Silêmaniyê kiriye û mereman wan jî kêmkirina rotînê di bicihanîna daxwaziyên wî sinorî de bûye.
Umêd Sebah herwesa eşkere jî kir ku, bi tevaya yekîneyên kargêrî yên wî sinorî re civiyaye û dest bi bicihanîna daxwaziyên wan dikin.
Navbirî di derheqa cadeya 100 metrî ya Silêmaniyê de jî amaje da, “60% ya karên cadeya 100 metrî ya Silêmaniyê hatine temamkirin, lê pêdivîtî bi hin guhertinan û budceya zêdetir heye û em razîbûnê li ser xerckirinê diyar dikin û her tiştekî pêdivî jê re dabîn dikin.”
Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku, “divê çavkaniyên dahatan rêk bixin û zêde bikin, ji bo ku bikarin bi dadperwerî li ser hemî parêzgeh û îdareyên serbixwe parve bikin”.
Umêd Sebah ron jî kir, “Silêmanî wekî hemî bajarên Kurdistanê xweşevî ye û em giringiyê pê didin, lê me niha li Herêma Kurdistanê qanûna budceyê nîne. Eger me qanûna budceyê heba, qet arêşeya dahatan çê nedibû.”
Navbirî di derheqa rêya navbera Hewlêr û Silêmaniyê de jî eşkere kir, “Di dema borî de peymanek ji bo nûjenkirina wê rêyê bi pênc kompaniyan re hatibû îmzakirin, lê ew pirose serkeftî nebû. Di dawî rûniştina Civata Wezîran de, ev mijar hat behskirin ji bo ku hemî peyman hev bigirin û çavkaniyên dahatan jî jê re bên dabînkirin.
Ji aliyekî din ve Parêzgerê Silêmaniyê Heval Ebûbekir got, “Biryarên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek arêşeyên sinorê parêzgeha Silêmaniyê çare dikin.”
Parêzgerê Silêmaniyê herwesa got, “Biryarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di berjewendiya parêzgeha Silêmaniyê, aliyê dana desthilatê, terxankirina budceyê û temamkirina pirojeyan û çarekirina arêşeya qanûnî ya erd û xaniyan de ye.”