Parlementera Dem Partî ser dîwarê parêzgeriya Êlihê bi kurdî nivîsî
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlementera Dem Partî ya Êlihê Zeynep Odûncû li ser dîwarê Parêzgeriya Êlihê nivîsên wek “Pêşî Ziman”, “Pêşî Kurdî” nivîsî û amaje kir ku nasnameya wê kurd e û zimanê wê jî kurdî ye.
Bertekên hember jêbirina nivîsên kurdî yên ser rêyên hatçoyê berdewam in ku Parlementera Dem Partî ya Êlihê Zeynep Odûncû jî hember jêbirina nivîsên kurdî çalakiyek cawaz lidar xist.
Parlementera Êlihê li ser dîwarê avahiya Parêzgeriya Êlihê nivîsên wek “Pêşî Ziman, Pêşî Kurdî” nivîsî.
Zeynep Odûncû di çalakiya xwe de amaje kir ku zimanê wê kurdî ye, nasnameya wê kurd e û dê her dem li zimanê xwe xwedî derbikevin. Odûncû got dê ti caran nekaribin nav û ziman û çanda kurdî tine bikin.