Li Diyarbekirê 5 kes ji ber stranekê hatin binçavkirin
Diyarbekir (K24) – Parêzgeriya Diyarbekirê da zanîn, li Diyarbekirê ji ber ku bi strana bi navê “gerîlla” govend gerandine û bangeşiya rêxistina neyasayî kirine, 5 kes hatine binçavkirin û lêgerîna 2 kesan jî berdewam e.
Ji aliyê Parêzgeriya Diyarbekirê ve hat ragihandin ku li navçeya Pîranê ji aliyê Fermandariya Cendirmeyên Bajêr ve li hember 7 kesên ku li ber strana bi navê gerîlla govend gerandine û bangeşiya rêxistina neyasayî kirin operasyon hatiye li darxistin û di operasyonê de 5 kes hatine binçavkirin û lêgerîna 2 kesan jî berdewam e.
Di daxuyaniya parêzgeriyê de tê gotin ku li mala kesên hatîn binçavkirin de çeka bêmolet û materyalên dijîtal ên bangeşiya rêxistina neyasayî tê de tên kirin jî hatine bidestxistin.
Ji ber ku li ber strana bi navê gerilla govend gerandine di 25ê tîrmehê de li Sêrtê 6 kes, di 23yê tîrmehê li Mêrsînê 9 kes hatibûn binçavkirin, her wiha ji ber heman stranê li Stenbolê jî binçavkirin çêbûbûn.