Serok Barzanî serexweşiyê li binemala Milazim Xidir dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî di peyamekê de serexweşiyê li binemala Ferîq Neman Elwan Suhêl Temîmî, ku wekî Milazim Xidir tê naskirin, dike.
Serok Barzanî di wê peyamê de amaje da, “Milazim Xidir kesatî û xebatkerekî Hizba Şiyoî ya Îraqî û nêzî Barzaniyê Nemir bû û dostê doza rewa ya gelê Kurdistanê bû, ku jiyana xwe ji bo Pêşmergetî û xebata dijî diktatoriyê terxan kir.”
Tekista peyama Seroka Barzanî
Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan
Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawiyê ya tekoşerê navdar Ferîq Neman Elwan Suhêl Temîmî, ku wekî Milazim Xidir tê naskirin, gehişt me. Milazim Xidir kesatî û xebatkerekî Hizba Şiyoî ya Îraqî û nêzî Barzaniyê Nemir bû û dostê doza rewa ya gelê Kurdistanê bû, ku jiyana xwe ji bo Pêşmergetî û xebata dijî diktatoriyê terxan kir.”
Ez serexweşiyê li binemal û kesûkar û hevalên Xudêjêrazî Milazim Xidir û herwesa hevalên wî yên Hizba Şiyoî ya Îraqî û tevaya xebatkerên Îraq û Kurdistanê dikim û xwe hevparê xema wan dibînim.
Ez ji Xudayê dixwazim ku canê Xudêjêrazî bi behişta berîn şa bike û sebr û hedarê jî bi hemî aliyan bide.
Îna lîlah we îna îleyhî racîon
Mesûd Barzanî
01ê Tebaxa 2024ê