Amerîka zêdetir keştiyên şerî û serbazî li Rojhilata Navîn belav dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî kuştina Serokê Nivîsîngeha Siyasî ya Bizava Hemasê Îsmaîl Heniye û Serkirdeyê Hizbulahê Fuad Şukor li Tehranê, Amerîkayê biryar daye 12 keştiyên şerî û çar hezar serbazên din li Rojhilata Navîn belav bike.
Rojnameya Washington Postê ji zarê berpirsekî Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon parve kiriye, keştiyên şerî li kendavî û rojavayê Deryaya Naverast binecih dibin û keştiya balafirhelgir a USS Tudor Rosevelt jî di nav wan de heye.
Herwesa hêzên şerkerên deryayî û bejahî jî vedigire, ku hejmara wan dibe zêdetirî çar hezar şerkeran.
Her di raporta wê rojnameya Amerîkayî de hatiye, “Ji derveyê zêdebûna aloziyan, lê ev dibe rêkxistina hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn û piştevaniya keştiyên şerî li Deryaya Sor ji bo berhingarbûna êrîşên çekdarên Hûsiyên Yemenê.”