Enwer Ebdulletîf: Koçberên bakur û rojavayên Sûriyeyê di rewşeke xirab de ne
Navenda Nûçeyan (K24) - Çalakvanek amajeyê dide, “Alîkarîkirina koçberên bakur û rojavayên Sûriyeyê ji aliyê rêkxistinan ve gelek kêm bûye, wesa jî rewşeke mirovî ya xirab peyda bûye.”
Çalakvan Enwer Ebdulletîf îro (În, 02.08.2024) taybet ji K24ê re got, “Rewşa awareyên kempan li bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ji aliyê saxlemî û mirovî ve gelek aloz e.”
Enwer Ebdulletîf amaje jî da, “Koçber rûbirûyî dijwariyeke zêde bûne, xasma ji aliyê rê û rêbaran, saxleiyê, civakî û perwerdeyê ve.”
Navbirî herwesa got, “Malbatên Kurd ên li kempan çi derfeteke karkirinê nîne û hejmara wan jî nêzî milyon kesan e.”
Wî çalakvanî ron jî kir, “Zêdebarî rewşa siyasî û serbazî û ewlehî, erdheja Şibata 2023ê jî hindî dî karesatên mirovî yên nav kempên wan zêde kirin.”