Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê cejna Çilê Havînê li Êzidiyan pîroz dike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi helkefta cejna Çilê Havînê, pîrozbahiyê li Mîrê Êzidiyan û Civata Ruhanî ya Êzidiyan û hemî Êzidiyên Kurdistan, Îraq û cîhanê dike.

Tekista peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Bi helkefta cejna Çilê Havînê, ez pîrozbahiyeka germ arasteyî tevaya xûşk û birayên Êzidî yên Kurdistanê û Cîhanê, bi taybetî rêzdaran Mîrê Êzidiyan û Babe Şêx û Civata Ruhanî dikim. Ez hêvîdar im di xweşî û tenahiyê de cejnê derbaz bikin.

Bi vê helkeftê, em piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo maf û daxwaziyên xûşk û birayên Êzidî dîsa tekez dikin.

Cejna Çilê Havînê pîroz be û hertim di xweşiyê de bin.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê