Îsraîlê çend barhilgirên Hizbullahê li ser sînorê Sûriye û Libnanê kirin armanc

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî nêzîkî Hizbullaha Libnanê ragihand, çend barhilgirên ku sotemenî ji Sûriyeyê dibirin Libnanê, bûne armanca êrişên Îsraîlê.

Wî jêderî eşkere kir, Îsraîlê 3 êrîş li ser sînorê Sûriye û Libnanê li devera Hoş Seyîd Elî pêk anîne û di encam de gelek şofêrên Sûrî birîndar bûne.

Herwiha amaje bi wê jî kir, Îsraîlê vê dawiyê çend êrîşên din li ser heman devera sînor pêk anîn.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan got, Îsraîlê xaka Sûriyeyê li nêzîkî sînorê Libnanê kiriye armanc, lê bêyî ku agahiyan derbarê ziyanan bide.

Ji destpêka şerê li Sûriyeyê di sala 2011an de, Îsraîlê bi sedan êrîşên asmanî li dijî hêzên rejîmê, milîsên Îranê û Hizbillaha Libnanî li Sûriyeyê pêk anîne.