Nêçîrvan Barzanî ligel Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 3ê Tebaxê pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Thomas Zeiler kir.

Di hevdîtinê de, behsa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê hate kirin û pêngavên dawî û pêşkeftinên danûstandinên dualî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi erênî nirxandin. Her wiha piştgiriya xwe ji bo berdewamiya diyalogê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya hevtêgihiştinê tekez kirin.

Balyozê Yekitiya Ewropayê got, ewê hemû hewlên xwe bidin ji bo alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, ji bo aktîvkirina aborî û peydakirina derfetên kar.

Di civînê de behsa 10emîn salvegera jenosîdê û rewşa niha û paşerojê ya Êzdiyan û pêkhateyên din ên Herêma Kurdistanê û Iraqê hat kirin. Herwiha ronahî xistin ser rêkeftina di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, mijara koçberan û pêşhatên dawî yên li herêmê bi giştî.