Li Tirkiyeyê 134 koçberên neyasayî di nava deryayê de hatin rizgarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarên Rojavayê Tirkiyeyê 134 koçberên neyasayî ku di nava deryayê de asê mane hatin rizgarkirin. 200 koçber jî hatin binçavkirin.

Hêzên ewlekariya beravên Tirkiyeyê, 134 koçberên ku di ser Derya Eageyê re xwestin derbasî giravên Yûnanê bibin û di nava deryayê de asê mane rizgarkirin.

Li aliyê din, li bajarên nêzîkî sînorê Yûnan û Bulgaristanê jî 200 koçberên ku xwestin derbasî welatên Ewropa bibin hatin binçavkirin.

Koçberên hatine binçavkirin radestî Îdareya koç û koçberan hatin kirin.