Li 5 navçeyên Meletiyê agir bi baxçe û daristanan ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Li pênc navçeyên Meletiyê di nava daristan û baxçeyan de şewat derketin. Di encamê de ziyanên mezin gihiştin siruşt û welatiyan.

Li pênc navçeyên cuda yên Meletiyê, di nava daristan, baxçe û zeviyan de şewat derketin. Şewat ji ber bayê belav bûn devereke mezin girt ber xwe.

Şewatên li navçeyên Arguwan, Hekîmxanê bi hewlên welatiyan û tîmên vemirandinê hatin kontrolkirin. Tenê li navçeya Akçadaxê 10 dekar zevî û 5 dekarjî baxçeyên Qeysiyê şewitîn.

Herwiha şewat li Hatay, Mêrsîn û çendîn deverên din jî ziyanên mezin gihandin daristan û jîngehê. Şewata Hatayê ku demeke dirêj berdewam bû, bi hewlên vemirandinê yên erd û esmanê hate kontrolkirin.

Ji aliyekî din ve, çend deverên Bakurê Kurdistanê bi baranên dijwar û lehiyan re rûbirû ne. li navçeyên Avkevir û Eleşgirdê yên Agiriyê, baranek bihêz barî û bû sedemê lehiyan. Lehiyan ziyan dan rê û zeviyên çandiniyê.

Hevdem, li Agiriyê birûsk li malekê da û şewat derket û 4 welatiyên ku hewl didan agir vemirînin, birîndar bûn.