Sefîn Dizeyî: Rê li vegeriyana Şingaliyan bo deverên wan tê girtin

Sefîn Dizeyî
Sefîn Dizeyî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere dike, hêzên neqanûnî rêyê li Şingaliyan digirin ku vegerin deverên xwe û çi xizmetkariyan jî pêşkêş nakin.

Li nav merasîmên nasandina kitêbeke wêneyî ya hunermend Rustem Axele di bîranîna 10 saliya komkujiya Êzidiyan de, ku kovara Kurdistan Chronicle piştevaniya çapkirina wê kiriye, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî got, “Em rojeke nexweş a gelê xwe bibîr tînin, ku komkujiya Êzidiyan bû, ew roja ku min ew nûçe bihîst ku DAIŞê êrîş kir ser Êzidiyan û xwest wan binbir bike, me bizav kir ku bergiriyê ji xwe bikin û Kurdistanê biparêzin, di demekê de ku me peywendî bi aloziyan ve nebû.”

Sefîn Dizeyî herwesa spasiya piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî di şerê li dijî DAIŞê de kir û got, “Çîroka xembar a Êzidiyan bidawî nehatiye, ew li kempan û li derve dijîn. Ev gelek sal in ku em rûbirûyî nemanê dibin. Di demekê de ku em şanaziyê bi pêkvejiyanê dikin. Xelkekî xwest vê pêkvejiyanê li Kurdistanê nehêle”.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da wê yekê jî ku, xelk ji destê DAIŞê revî û Kurdistan ji xwe re kir penageh.

Sefîn Dizeyî di pareke din a gotinên xwe de got, “Me pêdivîtî bi alîkariya berdewam a civaka navdewletî heye, ji bo ku ew xelk bi silametî vegere deverên xwe.”

Navbirî herwesa got, “Ew hêzên ku bi awayekî neqanûnî li Şingalê ne di rêya vegeriyana xelkî ji bo ser malên xwe de rêgir in û çi xizmetkarî jî nînin.” Herwesa got, “Divê lihevkirina Şingalê bê bicihanîn, ew komên neqanûnî yên ku li Şingalê ne deverê ji bo Şingaliyan bihêlin ku niha dagir kiriye.”