Îxlas Dilêmî: Êdî mûçeyên fermanberan û hêzên ewlehiyê gîro nabin
Navenda Nûçeyan (K24) - Endameke Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê eşkere dike, “Mimkin e vê mehê mûçeyên fermanberan gîro bibin, lê ji bo mehên bên li dû rêkarên diyarkirî, mûçeyên fermanberan û hêzên ewlehiyê bi çi awayan gîro nabin.”
Endama Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê Îxlas Dilêmî îro (Yekşem, 04.08.2024) ji K24ê re ragehand, “Lihevkirina hatiye kirin ku di van yek du mehên bên de, mûçeyên fermanberan û heta yên hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê jî bi çi awayan gîro nabin û di dema xwe de tên parvekirin.”
Îxlas Dilêmî herwesa di pareke din a gotinên xwe de eşkere kir, “Mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê niha li beranberî berê gelek baş in û çi metirsiyek jî li ser wan nîne.”
Endama navbirî amaje jî da, “Heta niha çi arêşeyek ji bo mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê nîne. Rast e ku pêştir arêşe hebû, xasma di mûçeyên hêzên ewlehiyê û xanenişînan de, lê piştî bizavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîr Mesrûr Barzanî lihevkirin hat kirin. Dadgeha Federalî jî şirovekirin ji bo biryara xwe kir û got: Her bankeke bawerpêkiriya banka navendî be, dikare mûçeyên fermanberan tevlî sîstema bankkirinê bike.”
Endama Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê ron jî kir, “Mimkin e vê mehê mûçeyên fermanberan gîro bibin, lê ji bo mehên bên li dû rêkarên diyarkirî, mûçeyên fermanberan û hêzên ewlehiyê bi çi awayan gîro nabin.”