Şaredariya Hewlêrê nûçeyeke dilxweşker radigehîne
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Şaredariya Hewlêrê dibêje, “Çend rêkar û rênimayî di berjewendiya welatiyan û kedkaran de tên bicihanîn.”
Serokatiya Şaredariya Hewlêrê îro (Duşem, 05.08.2024) ragehand, “Di çarçoveya pêngavên xizmetkirinê de û li dû biryar û fermanên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, çend rêkar û rênimayî di berjewendiya welatiyan û kedkaran de tên bicihanîn.”
Li dû wê ragehandinê, di civînekê de amaje daye çawaniya bicihanîna rêkarên pîşeguhertinê û çarekirina arêşeyên kirêdarên Serokatiya Şaredariya Hewlêrê û berjewendiya giştî ya pîşekaran û kedkaran bi guhertina pîşeyên wan û mijara parveyî du yan zêdetir li ser milkên wan.”