Sê kandîdên Newey Nwê ji hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatine dûrxistin

Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê
Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Komisyaran di ragehandinekê de belav kiriye ku, “Piştî civîna wan a îro, biryar li ser dûrxistina çar kandîdên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê da”.

Li dû wê yadaştnameyê, yek ji kandîdên serbixwe yên pêkhateya Kiristiyanan bi navê Hêlîn Ekrem Denha Silêman hatiye dûrxistin û bi biryara Civata Komisyaran çê nabe cîgirek jî jê re bê danan.

Her bi biryara wê civatê, Hêmin Omer Mihemed Derwêş û Saman Mehmûd Ehmed Salih ji ber zêdegaviyan li pişka sêyê ya benda 15ê ji rênimayên tomar û pejirandina kandîdan hatine dûrxistin, herwesa Diyarî Hîdayet Beşar Emîn ji ber zêdegaviya li pişka sêyê ya benda  1ê ji rênimayên tomar û pejirandina kandîdan hatiye dûrxistin, ku her sê jî di bazina hlbijartinên parêzgeha Silêmaniyê de kandîdên Newey Nwê ne.

Civata Komisyarên Hilbjartinên Îraqê amaje jî da, ku bi nivîsara fermî aliyê siyasî yê her sê kandîdên dûxistî haydar kiriye, ji bo ku di dema sêyê de piştî haydarkirina wan navên kandîdên cîgir pêşkêş bikin.