Mark Straw: Biçekkirina Pêşmerge nîşana pabendbûna Amerîka bi piştgirîkirina wê hêzê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê ragihand, gihandina çekan bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, nîşana pabendbûna Amerîkayê bi alîkariya wê hêzê ye.

Amerîka îro 6ê Tebaxê hejmarek çekên giran radestî hêzên Pêşmerge yên li Hewlêrê kir, ku di nav wan de topxaneyên giran jî hene, bi vê yekê jî dê şiyanên leşkerî yên Wezareta Pêşmerge û Pêşmergeyên Kurdistanê bigihînin asteke bilind.

Konsolê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Mark Straw di konferanseke rojnamevanî de got: Hebûna hêzeke Pêşmerge ya bê, dê xizmeta aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê bike.

Mark Straw got, ew hewlên yekgirtin û çaksazîkirina Wezareta Pêşmerge bilind dinirxînin. Herwiha tekez kir jî, dayîna çekan ji aliyê Amerîkayê ve ji wê hêzê re, nîşana pabendbûna Washingtonê bi alîkarîkirina Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge ye.

Konsolê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir, “Di dema erkê min weke Konsulê Amerîkayê de ber bi dawiyê ve diçe, ez pêzanînên xwe ji bo hewlên çaksaziya Wezareta Pêşmerge nîşan didim. Avakirina hêzeke Pêşmerge ya bêalî û bikarîn, di berjewendiya aramî û ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê de ye.”