Li Diyarbekirê hîn jî proseya rûxandina avahiyan berdewam e
Diayrbekir (K24) – Li Diyarbekirê piştî erdhejên 6ê Sibatê gelek avahîyan xusareke mezin dîtin, rûxandina wan avahiyan berdewam e. Di proseya rûxandinê de her çiqas bergiriyên ewlehiyê tên sitandin jî, ev yek zirarê dide welatiyên li dora avahiyên tên rûxandin dijîn.
Li navçeya Navendî ya Diyarbekirê li Rezan ji ber rûxandina avahiyên ku di erdhejên 6ê sibatê de xusareke mezin dîtibûn cadde bo hatçoyê tên girtin ku li 2 caddeyan hatço ji 25ê tîrmehê ve hatiye rawestandin. Pêvajoya ruxandina avahiyan li gorî mezinbuna avahiyê tê guherîn ku li kesên ku xebatên rûxandin avahiyan birêve dibin dibêjin ew bi baldariyeke mezin kare xwe dikin û hemu bergiriyên ku pêwîstin li gorî pîvanên kar distînin.
Berpirsê karê rûxandinê Mehmet Yildizhan: “Em berê dora avahiyê digirin, paşê em maşîneya ruxandinê dişinin ser avahiyê û dest bi ruxandinê dikin û tebeqe tebeqe em diruxînin. Em avahiyekê kêmzêde 15-20 rojan de dirûxînin.”
Xebatkarê rûxandinê Alî Yilmaz: “Em beriya her tiştî bergiriyên xwe yên elwkeariyê distînin û paşê dest bi kare xwe dikin. Emê vê avahiya xeternak ji holê rakin.”
Ji ber ku li deverên xebatên rûxandinê lê berdewam in hatço tê rawestandin û welatî jî zêde berê xwe nadin van deveran esnaf bandoreke neyînî ji xebatên ruxandinê dibînin. Esnaf dibêjin ew dixwazin demildest xebatên ruxandinê bi dawî bibin.
Esnaf Yunus Demîr: “Ev bû hefteyek dest bi rûxandina vê avahiyê kirine lê bi dawî nebûye, hem dibe sedema rabuna tozê, hem dibe sedema heriyê, dibe sedem ku karê me jî raweste, em gelek jê nîgeran in.”
Di erdhejên 6ê sibatê de 5 hezar û 459 avahî wek avahiyên xusareke mezin dîtî hatin tomarkirin, nîvê wan zêdetir hatine ruxandin, hîn jî prose berdewam e.