Cewher: Ew 3 partiyên li Iraqê hatine qedexekirin piştgiriya aborî ji derve werdigirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şirovekarekî siyasî dibêje, “ew sê partiyên ku li Iraqê hatine qedexekirin, bê guman pêwendiyên wan bi partiyeke derveyî Iraqê re hene û ji bo berjewendiyên wê partiyê kar dikin.”
Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan a Iraqê biryara hilweşandina 3 partiyên siyasî derxist, ku tê gotin girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê ne ku li Iraqê qedexe ye.
Li ser daxwaza Ofîsa Karûbarên Partî û Rêxistinên Siyasî, Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan a Iraqê biryar da ku partiyên (Azadiya Demokratîk a Êzidiyan, Bereya Têkoşîna Demokratîk û Tevgera Azadî) bên hilweşandin, navendên wan bên girtin û mal û milkên wan bên desteserkirin.
Ev daxwaz, li ser giliya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê bûye, ji ber çalakiyên wan partiyên ser bi PKKê ya qedexekirî li Iraqê hatiye kirin.
Di biryara Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan de hat gotin, piştî lêkolîna Ofîsa Karûbarên Partî û Rêkxistinên Siyasî û zanyariyên dezgeha îstixbarata Iraqê, hat piştrastkirin ku pêwendiya wan aliyan bi PKKê re hene.
Li ser vê mijarê, şirovekarê siyasî Ferhan Cewher Kurdistan24ê got, diviyabû berî demekê biryara girtina partiyên ser bi PKKê ve bihata standin, bi taybetî ku ew ji derve alîkariya darayî werdigirin û ne partiyên Iraqî û Kurdistanî ne.
Ferhan Cewher tekezî li ser wê yekê kir, biryara girtina van her sê partiyan li Iraqê, biryareke yasayî û rast e.
Herwiha got, têkiliyên van partiyan bi partiyên derve re hene ku partiyên qedexe ne. PKK jî van partiyan ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne û bi îdeolojiya xwe perwerde dike.
Ferhan Cewher destnîşan kir, PKK li Herêma Kurdistanê niyaza wê ya xirab heye û bûye bargiraniyek li ser milê qewareya wê ya siyasî û destûrî.