Li Iraqê cezaya bidarvekirinê li 6 bazirganên madeyên hişbir hat birîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Madeyên Hişbir a Iraqê ragihand, Dadgeha Tawanan a Îraqî cezaya bidarvekirinêli 6 bazirganiya madeyên hişbir birî.

Tawankaran toreke navdewletî ji bo bazirganî û belavkirina madeyên hişbir li Iraqê ava kiribûn. Di destpêka vê mehê de dadgeha tawanan, bi tometa bazirganiya madeyên hişbir cezayê hetahetayê li 13 kesan û cezaya bidarvekirinê 17 kesên din birî.

Qaçaxçîtiya madeyên hişbir li Iraqê bi awayekî berçav zêde bûye, bi wê re jî tawan û tundiya civakî jî zêde bûye, lewra desthilatên Iraqê ji çend mehan ve dest bi helmeteke ewlekarî ya mezin li seranserî parêzgehan kiriye.

Li gor amarên Wezareta Navxweyî, di 7 mehên îsal de 1850 kîlogram madeyên hişbir hatiye desteserkirin û 7705 kes jî bi wê tohmetê hatine girtin ku ji wan 1435 kes bazirgan in.

Li gorî zanyariyan, di 7 mehan de 91 kes ji ber sûcên madeyên Hişbir bi davekirinê, 136 kesên din jî bi cezayê hetahetayê hatin cezakirin.

Herwiha 20 torên bazirganiya madeyên hişbir yên navdewletî û 204 torên bazirganiya madeyên hişbir yên navxweyî hatin hilweşandin û 25 bazirgan di şer û pevçûnan de hatin kuştin û birîndarkirin.

Di sala 2023an de jî, zêdetirî 19 hezar gumanbarên madeyên hişbir hatin girtin û 4 ton madeyên hişber jî hatin desteserkirin.