AA: MÎT'ê endamê PKK'ê Serdar Sonmez li Xakurkê kuşt
Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa fermî ya Tirkiyeyê ragihand, endamê PKKê Serdar Sonmez li Çiyayê Xakurkê hatiye armanckirin û kuştin.
Li gorî ajansa “Anadolu”, Serdar Sonmezê bi nasnavê (Ezîz Gabar) dema ku hewl dida êrişî ser artêşa Tirkiyeyê bike, ji aliyê MÎTê ve hatiye armanckirin.
Destnîşan kir jî, navnîşana Sonmez ji aliyê sîxûrên di nava PKKê de hatiye dîtin û ew hatiye armanckirin.
Diyar kir jî, Serdar Sonmez di sala 2014'an de tevlî PKK'ê bûye, di sala 2015an da çûye Garê û perwerdeya çekdarî/îdeolojîk dîtiye û herî dawî jî li Xakurkê beşdarî çalakiyan bû.
Hat ragihandin jî, pêştir biryara lêgerîn û binçavkirinê derbarê Serdar Sonmez de hatibû dayîn. Wî ji rêvebirên payebilind ên PKK/KCKê fermana çalakiya li dijî hêzên çekdar ên Tirkiyeyê wergirt.